Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana seranserî/ Li Îranê 76 kes hatine şehîdkirin

17:16 - 27 Îlon 2022

Li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê xelk li ser şeqaman in û xwenîşandan her berdewam e.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê amarek belav kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê 18 kes hatine şehîdkirin:

Li bajarê Urmiyê 3 kes hatine şehîdkirin, Şino 4 kes, Şabad 3 kes, Dîwandere 2 kes, Kirmaşan 2 kes, Îlam 1 kes, Pîranşehr 1 kes, Seqiz 1 kes û Dêhgolan 1 kes.

Ji aliyek din ve Navenda Teşkîlata PDKÎ amarek belav kiriye dibêje:

225 kes hatine girtin ku ji wan 31 kes jin in û 194 kes jî mêr in.

Navenda Teşkîlata PDKÎ di rapora xwe de daye zanîn, 88 kes ser bi parêzgeha Urmiyê ne, 75 kes parêzgeha Sine, 39 kes parêzgeha Kirmaşanê û 23 kes parêzgeha Îlamê.

Naveda Teşkîlata Hizbê di amara xwe de ragihandiye: “300 kesî zêdetir hatine birîndarkirin.”

Ev amara Rojhilatê Kurdisatnê bû.

Amara giştî ya hemûyê Îranê jî wiha ye:

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê dawî amara xwe belav kiriye ku ev jî wiha ye:

76 kes li tev Îranê hatine şehîdkirin
Pêka parêzgehan:
Mazenderan 25 kes hatine şehîdkirin, Gîlan 10 kes, parêzgeha Urmiyê 10 kes, Kirmaşan 6 kes, parêzgeha Sine 6 kes, Elborz 4 kes, Tehran 3 kes, Kohgîlûye û Boyirehmed 2 kes, Îsfehan 2 kes, Xurasan 2 kes, Zencan 2 kes, parêzgeha Tewrêz 1 kes, Simnan 1 kes, Qezwîn 1 kes û parêzgeha Îlamê 1 kes hatiye şehîdkirin.

Ev amarên hatinî behskrin heta niha ji aliyê saziyên mafê mirovî ve hatine tomarkirin, ji ber qutkirina înternetê ji aliyê rejîma Tehranê ve hêj amar bi tevahî nehatine tomarkirin.