Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Le Monde: “Nabe ew yeka di Îranê de qewimiye bi xwenîşandan binav bikin, ew serhildan e”

17:46 - 27 Îlon 2022

Rojnameya Feransê “Le Monde” li derheq xwenîşandanê Îranê raporek li jêr navê “Serhildana ciwanan li Îranê tevî hemû serkutên bi tunditîjiyê, berdewam e” belav kiriye û ya ku di Îranê de bi rê diçe bi serhildan binav kiriye.

roja Sêşemî 27ê Îlonê rojnameya Feransê ya bi navê “Le Monde” li derheq xelkê Îranê û ev yeka ku di Îranê de diqewime, raporek belav kiriye di vê raporê de hatiye: “Nabe ew yeka ku li Îranê bi rê ve diçe, bo asta xwenîşandanê kêm bikin, di Îranê de meş bi dom, berfireh û giştî ye ku di vê mesê de nerazî bersiva tunditîjiyên hêzên leşkerî bi tunditîjiyê didin, em êdî serhildanekê dibînin.

Herwisa Rojnameya “Le Monde” di vê raporê de îşare bi keç û kurên ciwan kiriye ku bi bivêriyek cuda, bala kesên bi temen bo ser şeqaman radikêşin û karên wiha hêvî bo paşeroja wan xwenîşandanan zêdetir dike”.

Herwisa rojnameya navûdeng a Feransê “Le Figaro” nivîseke hevşêweyê “La Monde” belav kiriye û daye zanîn, ew nerizayetiyên ku di Îranê de bi rê ve diçin, binyata Komara Îslamiya Îranê lerizandiye û Herwisa vê rojnameyê, ew nerizayetiya jinan û ciwanên Îranê di dîroka Komara Îslamiya Îranê de bê mînak û gelek girîng zaniye.