Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi deham miliyon bermîl nefta Îranê li ser avên deverê bê çarenivîs in

12:40 - 4 Îlon 2022

Nefthelgirên Îranê bi dehan milyon bermîl nefta xav li ser avên Kendav û Singaporê bê çarenivîs mane û li benda rêkevtin an jî peydabûna kiryaran mane.

Nûçegihaniya “Bloomberg”ê roja Duşemiya derbasbûyî di raporekê de ragihandiye ku, nefthilgirên Îranê ku hilgirê nêzî 93 miliyon bermîl nefta xav û gaza şil in, li ser avên “Singapor” li nêzî welatê “Çîn”ê û avên “Kendav”ê bê ewa ye mane.

Bê çarenivîsmana wê hejmara zêde ji berhemên neftî li ser avên deverên cuda nîşan ji kirîza nebûna kiriyarên berhemên neftî yên Îranê ne û rejîma Îranê di niha de ku hîn Lihevhatina Bercamê ti encamek rohin nîne li benda encama pozetîv a wê ye da ku bikare tevlî bazarên cîhanî yên kirîn û firotina neftê bibe û nefta xwe ya bê qeder û li ser destê wê maye bifroşe.

Herwisa di niha de ku ji aliyê Ewropayê ve tehrîmek zêde li ser welatê “Rûsiyê”ye û bazarên cîhanî jidest daye, çavê “Mosco”yê li wan berhemên neftî yên Îranê ye û ev yek bo rejîma Îranê jî cihê dilxweşiyê ye.

Rejîma Îranê bi ji destdana bazarên cîhanî hêz û sermayek zêde jidest daye û niha bi her awayekê be dixwaze carek din bikeve nav bazirganî û rêkevtinên kirîn û firotinên cîhanî de.