Bo carek Komara Îslamî ya Îranê li dijî netewa Kurd û tevgera rewa ya cinayet afirand. Karbidestên tirsonek ên rejîmê ku nêzî bi deh roj e ji îrde û tûreyiya xelkê Kurdistan û Îranê li ser şeqaman û qadan tirsiyane, bi xeyalên xwe yên bê mifa tole ji xebatkarên gel hildin. Spaha Pasdaran a terorîst di pîlanek terorîstî de îro bi êrîşek mûşekî û dironên bombrêjkirî, êrîşê ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir û bi şehîdkirin û birîndarkirina dehan kes ji xebatkarên netewa me, rûpelek reş a din bi kiryarên xwe yên cinayetkarane zêde kir.
Rejîmê di vê êrîşa mûşekî de heta dibistana zarokan û kempa penahberên Rojhilatê jî kir bi armanc û bo carek din rûyê reş û dije mirovî yê Komara Îslamî ya Îranê nîşan da.
Eva taybetmendiya rejîmekê ye ku her wan rojan xelkê Îran û Kurdistanê bi hev re û yek deng ji bo nemana wê, rûpelek zêrîn ji xebat û mafxwazî tomar kirin. Xelkê Kurdistanê di wê midehê de bi bidestvegirtina şeqaman û bi dengê bilind ên xwe di tevgerek cemawerî ya bihêz de daxwaza neman û herifîna Komara Îslamî ya Îranê kirin. Karbidestên rejîmê ku zanîn li hember îradeya giştî ya xelkê Îranê û Kurdistanê de paremayî û bê mifah in, bi merema xelitandina nerizayetiyên xelkê û pirsiyar çêkirin li ser wê tevgera cemawerî û nemaze li Kurdistanê, wek kiryaên xwe yên hertimî biryara êrîşkirin bo ser Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û aliyên din da.
Rejîm bi wê kiryara xwe ya terorîstî ku çend roj bû derfet bo vê yekê çê dikir û piropagendeya jehrawî li dijî tevgera Kurdistanê belav dikir, dixwaze wisa nîşan bide ku tvgera cemawerî ya xelkê Kurdistanê destê aliyên derve li pişt bûye.
Komara Îslamî ya Îranê bi wê kiryara terorîstî netenê kerb û kîna li ser hev kombûyî ya xelkê Kurdistanê kîp dike, belkî xelkê Kurdistanê zêdetir ji hertimî ji wê nîzamê û kiryarên wê tûretir dike. Xelkê hişyar ên Kurdistanê wek li 21ê Xermanana 1397an a Rojî de û piştî mûşekbarana binke û bargehên Hizba Demokrat li 17ê Xermananê de, bi greva giştî bêzariya xwe ji Komara Îslamî ya Îranê nîşan dan, wê carê jî bi xwedîderkevtin ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û tevgera wê ya rewa, armancên bê mifah ên karbidestên Tehranê pûç bikin.
Silav li tevgera cemawerî ya xelkê Îran û Kurdistanê li dijî desthilata dîktator ya Komara Îslamê ya Îranê.
Serkeve tevgera mafxwazane ya netewa me