Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku dironek têkşikestî ya Spaha Pasdaran li nêzî “Girdçadir”ê kevte ber destê Hêza Pêşmergê Kurdistanê.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Komara Îslamî li êrîşa terorîstiya xwe ya roja 6ê Rezberê bo ser binke û malbatên Hizba Demokrat, ji mûşekên balistîkî û dironên terorîstî mifa vergirtibû.
Em bo haydarî radigehînin ku bi teqeya pedafenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê çend dironek bûn bi armanc ku yek ji wan dironên têkşikestî li nêz “Girdçadir”ê kevte xwarê û ber destê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ye.
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê
7ê Rezbera 1401an