Mixabin em radigehînin ku “Osman Feyze”, pêşmergeyek din ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di encama êrîşên mûşekî yên roja Çarşemî yên Spaha Pasdaran bo ser binkeyên PDKÎ şehîd bû.
Her wek di daxuyaniyên berê ya Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizbê de hatibû, di encama êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran bo ser binke û bargehên PDKÎ ku di wê êrîşê de dibistana zarokan a PDKÎ jî kir bi armanc, heta duh şeş kes ji kadr, pêşmerge û endamên malbata Hizba Demokrat şehîd bibûn, bi vî awayî hejmara şehîdên mûşekbarana wê carê ya Demokratê heta niha gihîştiye bi 7 kesan.
Roja Çarşemî, 6ê Rezberê hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi mûşek û dironên bombrêjkirî êrîş kire ser binke û bargehên PDKÎ û binke û bargehên aliyên din ên Rojhilatê Kurdistanê ku mixabin ew êrîşane heta niha 14 şehîd û dehan birîndar li pey xwe aniye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Îdarî