Wezareta Derve ya Amerîka, Mîsir, Alman û çendîn welatên din êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdara a terorîst bo ser binkeyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku ew welate wê êrîşê bi tundî şermezar dikin.
Herwisa “Ceyk Sulîvan” Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran bo ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got: “Berpirsên Îranê berdewam in li ser bêrêziyên berçev, ew netenê bo jiyana xelkê xwe, belkî bo cîranên xwe û malbtên xwe yên sereke û yekparçeyiya axê jî bêrêziyê dikin ku di peymannameya Netewên Yekgirtî de hatiye cih girtiye.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Almaniyayê di daxuyaniyekê de êrîşên rejîma Îranê bo ser Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got: “Em wan êrîşane qebûl nakin û em daxwazê ji Tehranê dikin ku hewil nede bi sedema xwenîşandanên navxweyê Îranê hêncetan li welatên cîran bigire.”
Birîtaniyayê jî tevî şermezarkirina wan êrîşan, daxwaz ji Îranê kir ku “êrîşên ser axa Herêma Kurdistanê bisekinîne.”
Wezareta Derve ya Îraqê jî dibêje: “Bi alxahînî ve Bexda dê balyozê Îranê gazî bike û emê li hember êrîşa narewa ya ser Herêma Kurdistanê nameya fermî ya nerizayetiya xwe bidine wan.”
Berdevkê Sekreterê Netewên Yekgirtî ragihand: “Entoniyo Gotêrêş” bi nigeranî ve çavdêriyê bi ser mûşekbarana Herêma Kurdistanê û ji wan deverên akinciyên sivîl dike. Ew bi lez daxwaza arambûna pevçûnan dike.”
Wezareta Derve ya welatê Mîsrê jî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew bombebarane ku qurbaniya hevwelatiyên bêtawan li pey xwe aniye, destdirêjiyek narewa ye li dijî serweriya asayişa Îraqê.”