Xelkê azadîxwaz û xebatkaryên Kurdistanê!
Komara Îslamî ya Îranê ku li navxweyî welat digel serhilhana cemawerî ya seranserî rû bi rû ye û di hember serhildanan de bêçare maye, carek din jî bi mebesta xapandina hizra giştî û dûrxistina çavdêriyan li ser nerizayetiyên navxwe, cinayeteke din afirand. Di vê cinayetiyê de rejîma Îranê, Kurdistan û partiyên Kurdî ku di destpêkê de neyeke qahîm ji vê rejîmê re gotine, kir bi armanca mûşekên balistîk û dronên xweteqîner.
Spaha Pasdaran a terorîst li 6`ê Rezberê bi awayê hovane û dirindane binke û baregehên partiyên Kurdistanê ku hemû demî kelha berxwedanî û azadiyê bûne, kiriye armanca mûşek û dronên xweteqîner û di deverên sînorî de jî bi dron û topxaneyan êrîş kiriye li ser binkeyên sereke yên pêşmergeyan. Êrîş û destdirêjiyên Spaha Pasdaran bo ser binkeyên me tenê armancek li pişt e, ku ev jî xapandina hizra giştî li derheq nerizayetiyên xelkê û valakirina kerb û kînên xwe yên berê û hertimiyên xwe li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê.
Em Ji hemû xelkê Kurdistanê daxwaz dikin ku roja Şemî 9ê Rezberê bi grevgirtina seranserî li dijî êrîşa terorîstî yên Komra Îslamî ya li ser partiyên Kurdan, nerizayetiyên xwe bînine ziman û carek din jî li ser piştevaniya hertimî ya xwe li hereketa Kurdistanê pêdagîr bin.
Herwisa em ji hemû xelkê xebatkar ên Îranê, hereket û aliyên siyasî û kesayetiyên xebatkar li seranserê Îranê daxwaz dikin ku bi nerizayetiya seranserî li me û xelkê Kurdistanê piştevanî bikin û êrîşa terorîstî ya rejîmê bo ser binkeyên partiyên Kurdan şermezar bikin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
7ê Rebera 1401an a Rojî