Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkarî li derheq mûşekbarana binkeyên partiyên Rojhilata Kurdistanê

15:55 - 29 Îlon 2022

Bo hizra giştî a Îraq û cîhanê

Herçawan ku haydar in Komara Îslamiya Îranê bi hinceta hebûna hêzên me di nava axa Îraq û Herêma Kurdistanê, bi hemû awayekê givaşên siyasî û leşkerî, serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê bin pê dike, û bi mûşek û dironên xweteqîner û topbarana kurane û dûr ji yasaya şer, cihê akincîbûna xelkê sivîl û binkeyên me dike armanc, hinnceta wê jî eve ku Partiyên Rojhilata Kurdistanê, ji axa wî welatî bo şer li dijî Îranê mifahê werdigire.

Em radigihînin hemû ew tohmetên ku Rejîma Îranê bas dike rast nîn in, di heman dem de jî bo hizra giştî a Îraq û cîhanê rohin dikin ku, me herdem rêz ji serwerî û siyadeya Îraq û Herêma Kurdistanê girtiye û di vê derheqê de me qurbaniyek zêde jî daye, weke mînak terorkirina zêdetir ji 400 endam û kadrên Hizba me di nava axa Herêma Kurdistanê de, ji aliyê rejîma Îranê ve, di heman dem de ku şerê çekdarî di nava dehkên nehwêdan de ragirtibû, baştirîn belge ew qurbanî dan e.

Eşkere ye ku Îran çawa ji rêya hêzên xwe yên niyabetî li Îraqê, aramiya dewleta Îraqê têkdaye, û bo vêdebirina çavedêriyan li ser hewlên xwe bo destêverdan di karûbarên Îraq û binpêkirina serweriya wî welatî, rojevên sexte çêdike.

Ger armanca rejîma Îranê ev yek bibe ku partiyên me ti cure çalakiyek siyasî nebin û di heman demê de jî êrîş dike ser me û em jî ti karekî nekin, eva qet çênabe, çimkî em li ser têkoşîna rizgarîxwaziya neteweya xwe berdewam in û eva sedema mana me ye, û dest ji mafên gelê xwe ber nadin.

Di vê rewşê de jî hêzên me demek zêde ye ku li axa Îraq û Herêma Kurdistanêne û bi piştgirêdan, bi rêkevtinameya “jênêf”ê ku Îraqê wajo kiriye, bi mafek mirovî ya xwe dizanin ku li vir parastî bimînin, ev  jî di demekê de ye ku ti binpêkariyek li derheq serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê nebûye. Hinceta bikaranîna axa Îraq û Herêma Kurdistanê bo şer li dijî Îranê di wê demê de, hinceta sexte ya rejîma Îranê ye û ti binemayek nine, me li sala 1995an şûnda li derheq aramiya Herêma Kurdistanê, çalakiyên xwe yên çekdarî ragirtiye û beşek herî zêde ji ber rêz girtin li serweriya wî welatî ku vir dimînin .

Xelkê hezkirî yê Îraq û Kurdistanê, baş dizanin ku kîjan alî axa welatên cîran bo destêverdan û bidestxistina armancên xwe bikartînin. Weke cem ciwanên şoreşger yên Îraq ku di xwenîşandanên du mehên derbasbûyî de eva xuya bû ku sedema rojreşiya wan destêverdanên berdewam yên Îranê di wî welatê hezkirî de ye.

Lewma, ji hizra cîhanî û bitayet Îraqê daxwaz dikin ku li hember hewl û pîlanên Îranê rawestin ku ti esasek mirovî û heta olî jî berçavnagire û wan kempan bonbebaran dikin ku malbat û jin û zarokên şehîdan  û pêşmerge vir dijîn.

Rewşa Îranê piştî rabûna xelkê bêzar di du hefteyên derbasbûyî de, ku ber bi herifîn û nemanê ve diçe û nabe ji rêya çêkirina rojevên sexte rê bê dan heta derfeta serkutkirina xelkê di nava welatê wan de û çêkirina nearamî û aloziyan di Îraq û welatên deverê de hebe.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

1401.7.7