Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di daxuyaniyekê de êrîşên mûşekî yên Spaha Pasdaran a terorîst li ser binkeyên hizbên Kurdî bi tundî şermezar kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Zordestiyên rejîma dagîrker a Îranê her berdewam in
Ji Bo Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, “Mistefa Hicrî” û Berdevkê PDKÎ, “Xalîd Ezîzî”, em êrîş û kiryarên dewleta terorîst û dagîrker ên Îranê şermezar dikin. Divê rêxistinên demokratîk û mirovhezên dinyayê çavê xwe û guhê xwe ji vê hovîtiyê re negrin û em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) dewleta terorîst a Îranê bi tundî şermezar dikin.
Helbet rejîma zordest a Îranê Kurdên welatperwer wek dijmin qebûl dike û bi tometa “karên sîyasî” wan desteser dike û bi mûşekan êrîşî ser partiyên Rojhilatê dike; Ev li gor hemû rêz û erkan û peymanên navneteweyî jî sûcekî mezin e, rejîm bêperwa êrîşên xwe yên yasanenas didomîne.
Divê hêzên parastina mafên mirovan, rêxistina Neteweyên Yekbûyî û herwiha civaka navneteweyî li hember van êrîşên dirinde bêdeng nemîne; Em wekî Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) van kiryarên rejîma xwînrêj bi tundî riswa û şermezar dikin.
Bila dewleta zordest a Îranê destê xwe ji pêsîra gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê vekişîne; HAK-PAR bi hestên dilînî piştevanê xebatên demokratîk e. Herwiha piştgiriya çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR