Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê li derheq êrîşkirina li ser binkeyên PDKÎ û binpê kirina serweriya axa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyanya şermezarkirina êrîşkirina Îranê ya li dijî serweriya Herêma Kurdistanê.
Serspêdeya Îro Spaha Pasdaran bi mûşekan û balafirên bêpîlot li nav axa Herêma Kurdistanê êrîşkiriye li ser binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û herwisa kirina armanc a binkeyên partiya Komele li gundê Zerigîz a ser bi parêzgeha Sulêmanî û binkeyên Partiya Azadiya Kurdistan li devera Şêrave ya li Pirdê, ku her ev jî bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna zêdetir ji 70 kesî.
Em li Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê dubare wan êrîşên bo ser binkeyên partiyên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tehranê ku li navxwe û derveyî Îranê terora rêkxiravî encam dide.
Ev destdirêjiya eşkere ya bo ser axa Herêma Kurdistanê û binpê kirina eşkere ya yasayên navdewletî û hewceyî şeremzarkirina berfireha navdewletî û herwisa kombûna NY bona şermezarkirina kiryarên vê desthilatê ye.
Herwisa ev topbaran û êrîşên mûşekî yên Îranê, binpêkirina serweriya Îraqê û hewce ye ku hikûmeta Îraqê bo vê binpêkirinê pêngavek dîplomasî havêje bo vê ku piştevaniya navndewletî bo sekinandina wan êrîşan ku dubare bûne, bidest bîne.
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê
28.9.2022