Em bi mixabinî ve radigehînin ku “Eyûb Hunerwer” pêşmergê çeleng û biwec ê PDKÎ ku di êrîşa mûşekiyên Komara Îslamî ya Îranê li ser binkeyê Hizbê de bi dijwarî hatibû birîndarkirin, tevî hewlek zêde ya pizîşkan bi sedema dijwariya birînên xwe şehîd bû.
Ragihandina nûçeya şehîdbûna “Eyûb Hunerwer” di halekê de ye ku sibêdeha îro hate ragihandin ku “Osman Feyze”, pêşmergeyek din ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di encama êrîşên mûşekî yên roja Çarşemî yên Spaha Pasdaran bo ser binkeyên PDKÎ şehîd bû.
Her wek di daxuyaniyên berê ya Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizbê de hatibû, di encama êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran bo ser binke û bargehên PDKÎ ku di wê êrîşê de dibistana zarokan a PDKÎ jî kir bi armanc, heta duh şeş kes ji kadr, pêşmerge û endamên malbata Hizba Demokrat şehîd bibûn, bi vî awayî hejmara şehîdên mûşekbarana wê carê ya Demokratê heta niha gihîştiye bi 8 kesan.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Îdarî