Parlementerên Herêma Kurdistanê li derheq êrîşên mûşekî yên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê yên bo ser axa Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Hezar mixabin carek din jî ax û bajar û gundên Herêma Kurdistanê, ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve bi awayek hovane û bê rehmane êrşî li ser hat kirin û hevwelatiyên medenî û penaberên Rojhilatê Kurdistnê kirin armanc, û her ev yeka jî tevî binpêkirina pirensîpên mafê mirov û cîrantiya baş û serweriya axa Herêma Kurdistanê ye, binpêkirina Yasa û rêsaya navndewletî ye jî.
Em Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê di demkê de ku wan êrîşan û mûşekbaranan şermezar dikin, sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên şehîdan û qorbaniyên vê tawanê re dibêjin, hêviya başbûna bilez bo birîndaran û herwisa ji delwta Îran daxwazdikin da ku dest hilgire û êdî aloziyên navxweyî yên xwe neîne nav axa Herêma Kurdistanê ku bûye stargehek aram bo her lêqewmiyek û zilm lêkiriyekê di welatên cîran de û parêzgehên din yên Îraqê di dema şer, nearamî û arîşeyên navxweyî de yê weke dewleta Tirkiyê ku wê jî xwe neparastiye di bomebarankirina gund, bajar û deverên sînorî ku bi top û balafir û mûşekan, û em wan kiryarên wan şermezar dikin û herwisa ji wan re dibêjin bi cihê ku hewldanên bê encam bo qirkirin û kuştina hesta netewetek zindî ya xwediyê maf, hewl bidin bi gotûbêjên aştiyane arîşeyên navxweyî çareser bikin, wiha ji aloziyên zêdetir ti qezencekê nakin.
Wirda ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê daxwaz dikin da ku hevahengî bikin û tev rêyên hewce bidin berahîka xwe bona dawî pê anîna wan êrîşan û bestinek aram bo penaberên siyasî û xelkê aware çê bikin.
Çavnihêriya ji Civata Navneteweyî jî eve ku di asta wan tawan û binpêkariyên ku bi awayê berdewam li derheq mirovahiyê de di devera me de tên encam dan, destgirtî ranewestin, û di asta vê de bêdeng nebin.
Silav ji canê pak yê şehîdên mûşekbarana roja 2022. 9.28 û tev şehîdên Kurd û Kurdistanê û hêviya şîfaya bilez bo birîndaran dixwazin.
Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê
Hewlêra paytext
2022.9.29