Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên Belûç hatin bidarvekirin

13:07 - 4 Îlon 2022

Çalakvanên Belûçan û çavkaniyên mafê mirovî ji birêveçûna cazayê bidarvekirina du girtiyên siyasî yên Belûç ku yek ji wan temenê wî kêm bûye ragihandine.

Pêka rapora saziya Mafê Mirovî, roja Şemî 12`ê Xermananê du girtiyên siyasî yên Belûç yên bi navên Muhsin Qenberzehî û Eynûlah Qenberzehî ku herdu endamên yek malbatê ne, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Pêka raporên hatinî belavkirin, Muhsin Qenberzehî li dema binçavkirinê de 16 salî bûye û pêka yasaya mafê mirovî ya cîhanî, bidarvekirina zarokan qedexe ye.

Saziya Mafê Mirovî eşkere jî kiriye ku, ev herdu girtiyên siyasî yên Belûç di heyama binçavkirinê de di odeyên takekesî yên îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst de hepsî bûne û vê saziya terorîstî ev bi îtrafên bizorê li dijî xwe neçar kirine.

Di destpêka meha Gelawêjê de, Navenda Ebdulrehman Biromend û Saziya Lêborîna Mafê Mirovî ya navneteweyî ragihandine ku, di heyam 6 mehan de li Îranê zêdeyî 250 girtî hatine bidarvekirin, ku kêmîneya Belûçan pêka nifûsa kêm ya xwe, zêdetirîn qorbanî di vê derheqê dane.

Amarên saziya Mafê Mirovî ya Îranê nîşan didin ku, rejîma Îslamî ya Îranê berpirsê ji sedî 70 bidarvekirina zarokan di heyama sê dehkên derbasbûyî li cîhanê de ye.