Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd Waniyar ber bi himbêza dayîka xwe ve firî

12:54 - 30 Îlon 2022

Şehîd Waniyar temenê du roj bû û nekarî dûriya dayîka xwe û azarên vê jiyanê tehemil bike û di himbêza xem û nearamiya bavê xwe de, riha wî ber bi himbêza dayîkê firî.

Koma xelkê Kurdistanê û hizra giştî a cîhanê haydar dikin ku, Waniyar Rehmanî duh piştî  mûşekbarana binkeyên PDKÎ û piştî şehîdbûna Şîma(Rêyhane) jidayîk bibû, û piştî derbasbûna du rojan li ser jiyan û henasedanê, li nexweşxaneya Cimihorî ya bajarê Hewlêrê dilê wî rawesta.

Serpêhatiya tirajîk a Waniyar û malbata wî ku yek ji qorbaniyên cinayetên nû yên rejîma Îslamî a Îranê  ye li derheq bi tevgera Kurd bûnê de, û bandorek kûr li ser hest û vijdana civakê li derveyî sînorên Îran û Kurdistanê jî danî, û hevdem belgeyek rohn e li dirindeya rejîmek ku zarokê li zikê dayîkê de şehîd dike.

Bi şehîdbûna Waniyarê Kurd, hejmara şehîdên mûşekbarana binkeyên Partiya Demokrat gihîşt bi 9 kesan.

Roja Çarşemî 6`ê Rezberê hêzên rejîma Îslamî a Îranê bi mûşek û dronên xweteqîner êrîş kire li ser binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û binkeyên partiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê ku, mixabin bi sebeba wan êrîşan 18 kes şehîd bûn û dehan kesên din jî  birîndar.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî