Encûmena Nîştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê êrîşên Îranê yên li ser partiyênKurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek belav kir.
ENKSê di daxuyaniyekê de ku duh Pêncşemî 29ê Îlonê belav kiriye, û amaje bi desteserkirina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî li Tehranê û bûyera canjidestdana wê û xwepêşandanên seranserî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji bo şermezarkirina hikûmeta Îranê kiriye û ragihandiye, hikûmeta Îranê wek bertek li beramber wan xwepêşandanan bi awayekî hîstrîk êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “weke bersiveke hîsterîk a rejîma Îranê Spaha Pasdaran bi mûşekan û dronên bombebarkirî axa Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Kurdistanî yên Îranê yên li wir û li nêzîkî deverên niştecihbûyî bombebaran kirin, û hin topên wan li nêzîkî dibistaneke dersxwanan ketin ku bi wê kiryara tawankar bû sedema gelek kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.”
ENKS di daxuyaniya xwe de piştevaniya xwe bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê di xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê de ragihandiye û diyar kiriye, “Em bikaranîna hêzên ji aliyê Îranê ve li dijî xwepêşanderan û êrîşa li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ENKS êrîşên Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê û armanckirina serwerî, ewlehî û aramiya gelê wê şermezar dike.
ENKS herwiha bang li civaka navdeweletî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî jî kiriye ku “tawanên Îranê” şermezar bikin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, ENKS herwiha daxwaz kiriye ku rê li ber destwerdanên Îranê di karûbarên welatên navçeyê de bê girtin û sînorek ji kiryarên Îranê re bê danîn.