Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mucahidînin Xeliq pitevanî li mangirtina seranserî ya roja Şemî 9`ê Rezberê kir

14:14 - 30 Îlon 2022

Saziya Mucahidînin Xeliq di peyamekê de piştevaniiya xwe li banghêjiya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ya bi mebesta birêvebirina mangirtina seranserî ya roja Şemî 9`ê Rezberê ragihandin.

Di peyama Saziya Mucahidînê Xeliq de hatiye, mangirtina seranserî ya roja Şemî 9`ê Rezberê piştevanî jê dike û êrîşên Spaha Pasdaran a terorîst ya li ser binke û navendên partiyên Kurdistana Îranê yên li Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Navenda Partiyên Kurdistana Îranê di banghêjiyekê de ragihandin ku roja Şemî 9`ê Rezberê mangirtina seranserî ya li djî rejîma Îranê dê bê lidarixistin. Û herwisa Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ji tev xelkê Kurdistan û Îranê ku ji her reng û texeke ne daxwaz kir ku bi lidarxistina mangirtinek pan û berifireh, tevlî vê xebatê bibin û êrîşên rejîma Îranê ên li dijî partiyên Kurdî yên Îranê yên li dijî rejîmê li Herêma Kurdistanê de şermezar bikin