Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Yûnanê bo piştevanîkirin li serhildana gelên Îranê xwenîşandan lidar xistin

15:16 - 30 Îlon 2022

Rêkevta 5`ê Rezberê, bo piştevanîkirin li xelkê serhildêr yên Kurdistan û Îranê li bajarên  Arîstutîlyus û  Tîsalonîk a welatê Yûnanê xwenîşandan lidar xistin.

Ev xwenîşandan ji aliyê xelkê Yûnanê ve hatibû lidarxistin û Kurd û xelkê Îranê jî beşdar bûn.

Di vê xwenîşandanê de Heyder Husênî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Fatime Efxanî bi nûneratiya neteweya Fars li ser rewşa Îranê çend gotin pêşkê kirin.

Her di vê kombûnê de çend rêkxiravên Yûnanî yên weke Rêkxirava Hevzayendan û Anarşîstan piştevaniya xwe bo gelê Îranê ragihandin