Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Hevkarî ya Kendavê êrîşên rejîma Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar kir

16:28 - 30 Îlon 2022

Dr. Nayîf Felah Mubarek El Hicirf Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkarî ya Kendavê, êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û ev êrîş weke metirsiyek mezin li ser ewlehî û aramiya deverê da zanîn.

Herwisa navbirî li ser vê yekê jî tekezî kir ku Encûmena Hevkarî ya Kendavê, her tiştek ku xisarê li serwerî û ewlehiya Îraqê bide ret dike.

Dr. Nayîf Felah Mubarek di hevdîtin digel Dr. Ebdulsetar El _Cinabî, balyozê Îraqê yê li sekretariya Giştî ya li Riyazê de komek mijar nîqaş kirin ku yek ji wan pirsa destdirêjiyên rejîma Îslamî bo ser serweriya axa Îraqê bû.