Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de piştevanî ji daxwaza Navenda Hevkarî ya partiyên Kurdistana Îranê kir ku bo roja Şemî 9ê Rezberê hatiye ragihandin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di vê daxuyaniyê de ragihandiye: Serhildana mezin û seranserî ya jin û mêrên azadîxwaz û tev xelkê Îranê ku bi navê Mehsa Emînî ve destpêkir û heta niha jî berdewam e, ne hemû cîhan neçarkir ku guh ji wan hawaran bigirin belkû serkirdeyên Komara Îslamî jî tirisand.
Dengê şoreşa xelkê bi qasekî bilind e ku, êrîşên roja 6ê Rezberê ya Spaha Pasdaran bo ser binke û cihê rûniştina partiyên Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê lipeyxwe anî ku mixabin komek ji mirovên bêtawan bûne armanc, eva ne tenê nîşana bêçarebûn û destşikestîbûna ew taqima cinayetkar ya ku bi ser Îranê de zal nine, belkû siyaseta kevin û çewite ku bo afirandina alozî û fitinê di navbera neteweyên cuda yên Îranê ne tenê cudahî çênekiriye belkû bûye bilqa ser rûyê avê.
Daxuyanî bi tundî êrîşên Spaha Pasdaran bo ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dike, û tevî piştevaniya me bo mangirtina seranserî ku li roja Şemî ve destpê dike û li ser biriyara Navenda Hevkarî ya partiyên Kurdistana Îranê hatiye danê, daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê dikin ku di vê qunaxa hestiyar de bo avakirina demokrasî û azadî di paşerojek nedûr de û nemana vê rejîma kevneperest bihevrê û yekgirtî bin.