Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 300 çalakvanên rawestan li hember dapoşîn(Hicab)a bi zorê hatine binçavkirin

10:55 - 5 Îlon 2022

Berdevkê Navenda Vejîna qenciyê û qedexekirina neqenciy(Emir bi me`irûf û nehyê ez munker)ê rejîma Îranê “Elî Xanmihemedî” gotiye: “Bi cîbicîkirina bernameya “paqijî û dapoşîn”(Îfaf û Hicab)ê di îdareyan de zêdetir ji 300 çalakvanên sereke yên li dijî dapoşîna bi zor(Hicab)ê ku bi awayên cuda çalakî birêve dibirin, hatine peydakirin û binçavkirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Fars” a girêdayê rejîmê, “Elî Xanmihemedî” tevî gotina vê yekê ku Wezareta Îtila`atê bandên “rawestan li dijî Îfaf û Hîcab”ê peyda kirine û îdia kiriye: “Dijmin di 21ê Pûşperê de ku roja “Îfaf û Hîcab”ê ye bernamerêjiyek berfireh hebûye û ew bername bi rêya medyayên xwe belav dikirin û bi berhemanîna kilîpên cuda hewl didan ku di vê rojê de heşîmetek zêde ji kesên bê bê dapoşîn(Hîcab) bînin li ser şeqaman”.

Rejîma Îranê li dijî her cure azadiyek kesîn bi taybet bo jinan e û di warê yasayî de cezayên giran bo wan pesend kirine û ew di halekê de ye ku malbatên wan berpirsan li derveyî welat ti ji wan yasayan naparêzin.

Herwisa hatiye baskirin ku, dadgeha Şoreş a Urmiyê, 2 jinên parêzerê mafê kêmîneyên zayendî yên bi navên “Zehra Sedîqî Hemedanî” naskirî bi “Sare” temen 31 salî û xelkê bajarê Nexedeyê û “Îlham Çûbdar” a 24 salî xelkê bajarê Urmiyê, bi tohmeta “Ifsad Fil-Erz bi rêya hevzayengirayî” cezaya îdamê li ser wan sepandiye.