Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di piştevanîkirin û yekdengîbûn digel banghêjiya mangirina seranserî li Îranê

18:17 - 30 Îlon 2022

Xelkê şoreşger û azadîxwaz yê Îranê!

Çalakvan û xebatkarên medenî

Komara Îslamî a Îranê li hember xwenîşandanên rewa yên xelkê çi li Kurdistan û çi li Îranê siyasetek serkutkirinê girtiye berahîka xwe.

Bi kuştin û teqekirina li nav bajaran de, mûşekbarankirina binkeyên partiyên Kurdî, binçavkirina bê sînor a texên cuda yên xelkê û çalakvanên civakî, bitaybet çalakvanên mafê jinan û herwisa bi afirandina rewşek ewlehî ya tund hewl dide da ku serhildana xelkê kip bike.

Bi rohnî beşek zêde ji aliyê siyasî yên weke, Şêwreya Birêveberî, Yekgirtî bo azadî û wekhevî bo Îranê, Şêwreya Biryar standinê, Şêwreya Demokratsîxwazan, Kongireya Neteweyên Îranê û Saziya Mucahidînê Xelq a Îranê digel hejmarek saziyên medenî û kesayetiyên siyasî, tevî piştevanîkirin li banghêjiya Navenda Hevkarî ya li derheq mangirtina seranserî ya Kurdistanê, û herwisa daxwaza nîşandana nerizayetî û mangirtina seranserî li Îranê di roja Şemî 9`ê Reberê de kirine.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî destxwaşî gotin û piştevanîkirin ji banghêjiyên wiha, ji tev xelkê Îranê yên wek bazarî, Ferhengî, kedkar, karmend û tev esnaf û hêlên xizmetguzarî û aborî dixwaze tevlî vê banghêjiyê bibin û bi mangirtinek seranserî di tev bajarên Îranê de dengê xwe zelaltir û yekgirtî bighînin bi guhê cîhanê û tiromibîla serkutkarî ya rejîmê neçar bi paşekêşiyê bikin û herwisa azadiya binçavkiriyan, dawî pê anîn bi rewşa ewlehî û awarte û betalkirina yasayên lidijî jinê li Îranê de bibin sebeb.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê