Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhastina avên Kendavê bo navenda Îranê

10:57 - 5 Îlon 2022

Binav nûnera meclisa rejîma Îranê Hacer Çinaranî: Mafyayên mezintir ji Polaya Mubareke, li pişt veguhastina avê ji avên Gendavê bo navenda Îranê hene.  

Endama komîsiyona dad û maf a bi nav meclisa rejîma Îranê “Hacer Çinaranî” gotiye: Nîv ji wan kesên ku li gendeliya Polaya Mubareke de dest hebûne niha, li pirojeya veguhastina avê ji avên Kendavê bo navenda Îranê hevdest in û herwisa navbirî îşare bi wê yekê jî kiriye ku, heger ew pirojeya wiha ber bi pêşve here, dê mafyayên zêdetir eşkere bibin.

Her di vê derheqê de, çend bajar û bi sedan gund li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê rastî bê avjyê hatin e ku, du ji mînakên herî berçav yên wê dawiyê, gundê Qere Axaç ya ser bi navçeya Sefaye ya girêdayî bajarê Xoyê ku, ev heyama du mehane bê av in û herwisa parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî, 127 gundên girêdayê bajarê Deştyarî bê av in û rejîma Îranê heta niha bona çareseriya pirsgirêka bê aviyê ti hewlekê nedaye.

Kêmîneyên neteweyî weke Kurd, Tirk, Ereb, Belûç û Tirkemen di Îranê de rastî cudahîdanînên sîstematîk hatine û ji piraniya xizmetkariyên bingehîn bê par in û rejîma Îranê bi zanebûn rê, pire, saziyên hewce û dabînkirina ava hewce bo jiyanê û ranedana rêyên lehiyan, jiyana xelkê gelek dijwar kiriye û ew rastî xisarên canî û malî yên gelek zêde hatine.