Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliyên bankên rejîma Îranê di kupikê de ne

13:08 - 1 Îlon 2022

Binav nûnerê mecilsa rejîmê Ehmed Elîrezabêygî yê Tewrêzê, gendeliyên bankên rejîmê ji gendeliyên sazigeha Pola ya Mubareke ya Îsfehanê tirsnakitir daye zanîn.

Roja Çarşmeî 9`ê Xermananê Ehmed Elîrezabêygî binav nûnerê bajarê Tewrêzê yê li mecilsa reîjma Îslamî a Îranê di hevpeyvîn digel malpera “Esirê Îran” ya girêdayî rejîmê got: Pêka lêkolînên ku li derheq kar û çalakiyên bankan de hatine encam dan, eşkere bûye ku gendeliyên bankên me di kupkê de ne û gelek ji gendeliyên Pola ya Mubareka ya Îsehanê tirsnaktir in.

Herwisa wî binav nûnerê mecila rejîmê zêde jî kiriye ku, pêka lêkolînan hejmara gendelî û diziyên ku di bankan de hatine eşkerekirin, bi qasekî tirsnakin ku liçav diziya Pola ya Mubareke gelek zêdetir in.

Di heyama hefteyên derbasbûyî de, diziya bi qasî 92 hezar milyard Tumenî li sazigeha Pola ya Mubareke de eşkere bibû ku heta niha ew mezintirîn gendeliya berprisên rejîmê dihat zanîn, lê Ehmed Elîrezabêygî di wê hevpeyvînê de, dengeliya bankan gelek mezintir û tirsnaktir ji vê daye zanîn.

Di vê rewşa dijwar ya derbasiya xelkê Îranê de, berpirsên rejîmê ji aliyekî diziyên bê sînor encam didin û ji aliyek din ve jî her mehê100 lêtir ji benzîna her welatiyekê kêm dikin û bo Lubnanê dişînin.

Gendelî, neşiyan û kêrnehatîbûna birêveberiya berpirsên rejîmê, xisarên qerebûnekirî ji Îran û welatiyan daye ku, roj nine nûçeyên xwekujiyên welatiyan ji ber hejarî û nebûna hêlên kar û kombûnên nerizayetiyên belav nebin û ev yek nîşan dide ku her di destpêka desthilatdariya melayên Cemaranê de, can û jiyana xelkê  cem wan ti nirxek tune bûye.