Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binke û damezraveyên ser bi rêberiya rejîma Îranê ti bacekê nadin

13:31 - 5 Îlon 2022

Gelempera baca vergirtî ji binke û damezraveyên rejîma Îslamî û astana Qudsa Rezewî di 5 mehên destpêkî ya îsal de 118 milyard Tumen bûye ku beranber biji sedî 0.006 dahata giştî ya baca dewletê ye.

Pêka rapora Nûçegihaniya Tesnîm a girêdayî rejîma Îranê, dewletê di 5 mehên destpêkî ya îsal de zêdetir ji 185 hezar milyard Tumen ji beşên cuda yên aboriya Îranê bac vergirtiye û belavbûna vê raporê di halekê de ye ku, binke û damezraveyên girêdayî bi rêberiya rejîmê bi tenê 118 milyard Tumen bac dane.

Pêka vê raporê, “Astana Qudsa Rezewî” di wan 5 mehan de 53 miloyard û binke û damezraveyên girêdayî rejîmê jî tenê 65 milyard Tumen bac dane.

Kompaniyên beşa nahikûmî di wan 5 mehan de zêdetir ji 66 hezar milyard Tumen ku zêdetir ji 1 li ser 3 ya dahata bacê li Îranê ye û beşa kar û esnafan zêdetir ji 11 hezar milyard Tumen bac dane.

Herwisa di wan 5 mehan de zêdetir ji 7 hezar milyard Tumen ji dahata karmendên dewletî û beşa giştî bac hatiye vergirtin û karmendên beşa taybet jî zêdetir ji 10 hezar milyard Tumen bac dane.

Baca li ser dariyê 6 hezar û 700 milyard Tumen û baca vergirtî ji beşa zêdekirina nirxan 47 hezar milyard Tumen bûye.

Baca Binke û damezraveyên ser bi rêberiya rejîma Îranê û rejîma Îslamî ku xwediyê zêdetirîn darayî û zêdetirîn dahat in, tenê ji sedî 0.006 a ji baca gîştî dane.