Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê nehezên jîngehê xisarek zêde gihandiye jîngeh û êkosîstema gola Zirêbarê

13:28 - 5 Îlon 2022

Şewitîna qamîşên derdora gola Zirêbarê, zirarek zêde gihandiye jîgeha wê deverê.

Qamîşên derdora gola “Zirêbar”ê li roja Înê 11ê Xermananê di agirê nehezên jînehê de şewitî û mixabin ew agir zêdetir ji 3ê rojan berdewam bû, û panahiyek zêde ji qamîşên derdora gola “Zirêbar”ê şewitîn.

Agir girtina qamîşan bandorek nerênî li ser jîngeh û êkosîstema deverê dadinê û cihê man û jîna dehan cur ajel û balindeyan jinavçûne û dehan cure giyayên xwerisik û taybet jî şewitîne û jinavçûne.

Ew agirê derdora gola “Zirêbar”ê  weke tev agirên din ku li jîngeh û daristanên Kurdistanê tên berdan, ji aliyê parêzerên welat û jîngehparêzên nîştiman bi destên vala û bi bê hebûna ti îmkanatekê û hevkariya aliyên pêwendîdar tê kontirolkirin.

Hevdem digel agir girtina derdora gola “Zirêbar”ê, derdora qopiya “Enzelî” li parêzgeha “Mazenderan”ê jî agir girt, rejîma Îranê ya dije neteweyên din bi alîkariyanavendên pêwendîdar bi lezgînî û alavên pêşketî û balafiran hewla kontirolkirina wî agrî dan.

Rejîma Îranê li derheq talankirin û têkdana jîngeha Kurdistanê xwe ji ti kiryarekê naparêze û dîtingeha cudatîdanînê digel cihên din yên Îranê bi rohinî xuya ye.