Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çikbûna gola Urmiyê dê bibe sedema koçberbûna rûniştiyên çendîn parêzgehan

13:35 - 5 Îlon 2022

Bager û bahoza xwê li gola Urmiyê, dê bibe sedema koçberbûna xelkê çendîn parêzgehan û madeyên di vê bagera xwê de, dê bibe sedema nexwşiyên wek şêrpence, asm û nexweşiyên hinav û pêst.

Pêka gotina berpirsên cuda yên rejîma Îranê, bayên toza xwê ji parêzgeha Tewrêzê, dê heta parêzgeha Tehran, Simnan, Qum û Xurasanê jî here û mewdayek zêdeti ji 600 kîlometran dê li xwe bigre û dê bibe sedema koçberbûna 6 milyon kesan.

Pêka gotina karnasên jîngehî, madeyên “Kelsiyom, Hesin, Alomîniyom û Menyezyom”a di wan ba û bagerên xwê de gefek gelek metirsîdar li ser tendirustiya mirovan e.

Rejîma Îranê hezaran milyard Tumen ji perê xelkê Îranê bo zindîkirina gola Urmiyê bi berpirsên pêwndîdar û girêbestkarên Spahê wek Spaha Xatemul Enbiya re dane, lê tevî ku ew pere xerc kirine ti karek bo zindîkirina gola Urmiyê encam nedane.

Projeyên nezanîstî û seqet û şikestxwariyên veguhastina ava çemê Zap û Kanîsêwê, tevî ku bidawî nehatine, hezaran milyard Tumen bi heder dane û heta eger bidawî jî bên ava wan bi qasekî nîne ku bikare hewcehiya lezgîn a gola Urmiyê bi 13 milyard metran 3cî avê bo zindî mana ekolojîkiya vê golê dabîn bikin.