Şeva Şemî 3`ê Îlona sala 2022`an, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û hevgirtina refên Hizba Demokrat, rêûresmek taybet li bajarê “Adêlayd” li welatê “Australia”yê bi beşdariya beşek berçav ji Kurdên wî bajarî û endamên PDKÎ hat lidarxistin.
Rêûresim bi xwandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Piştre ji aliyê 3 zarokan ve, şemala yada 77 saliya Hizba Demokrat hat hilkirin.
Piştre helbestvanê bi şiyan, “Çeko Baran” bi pêşkêşkirina helbestek şoreşvaniyê rêûresim domand.
Herwisa endamê Komîteya Giştî ya Hizba Demokrat li “Australia”yê “Mesi`ûd Semedî” tevî pîrozbahiya 25`ê Gelawêjê çend gotinek li derheq rola Hizba Demokrat ji destpêka avakirinê ve heta niha pêşkêş kir û îşare bi hevgirtina Hizba Demokrat kir û daxwaziya vê kir ku ev hevgirtina bikare di pêşxistina xebata gelê Kurd de rolek girîng bigre bi stûyê xwe.
Piştre peyama Navenda Rewenda Kurd li başûrê “Australia”yê ya bi vê hilkeftê, ji aliyê “Fexredîn Germiyanî” ve hat pêşkêşkirin.
Herwisa endamê Komîteya Giştî ya PDKÎ li “Australia”yê “Selah Pûresed” peyama Hizba Demokrat bi vê hilkeftê pêşkêş kir û di vê peyamê de bas ji xisarên jihev veqetiyan û qezencên hevgirtinê kir û ji ciwanên xwendkar daxwaz kir ku tevlî refên Hizba Demokrat bibin ku bi wî awayî bikarin zêdetir pirsa rewaya gelê me bigihînin bi guhê berpirsên “Australia”yê.
Piştre peyama Navenda Hevkarî ya Hêzên Kurdistanê, ji aliyê “Lalo Siyanî” ve hat pêşkêşkirin.
Rêûresim bi şayî û xweşiya beşdarbûyan bidawî hat.