Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Demokrat li Hewlêrê serdana Partiya Parêzgaranê Kurdistanê kir

19:04 - 5 Îlon 2022

Şanda Pêwendiyên Hizba Demokrat li bajarê Hewlêrê, bi armanca pîrozbahî gotina l31 saliya avakirina Partiya Parêzgaranê Kurdistanê, serdana vê partiyê kir.

Roja Yekşemî 4`ê Îlonê, şanda Nûneratiya Hizba Demokrat li Hewlêrê bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî”, bi hilkefta 31emîn salvegera avakirina Partiya Parêzgaranê Kurdistanê û destbikarbûna baregeha Mekteba Siyasiya vê partiyê li bajarê Hewlêrê, serdana Mekteba Siyasiya Partiya Parêzgaranê kir û peyama pîrozbahiya Navenda Siyasiya PDKÎ bi vê hilkeftê, bi serkirdayetiya vê partiyê re ragihand.

Şanda PDKÎ ji aliyê Serokê Partiya Parêzgaranê Kurdistanê “Necat Omeraxa Sûrçî” û endamên serkirdayetiya vê partiyê ve pêşwazî hat kirin û herdu aliyan di vê hevdîtinê de pêdagirî li ser berdewamiya pêwendî û hevkariyan di navbera xwe de kirin.