Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berprisên rejîma Îranê bixwe gendeliyên xwe eşkere dikin

11:46 - 6 Îlon 2022

Li dewleta dehem li serdema serkomariya Hesen Rohanî de 31 milyon Dolar perê hikûmetê bê ser ber bû.

Cihgêrê yekem yê serdema serkomariya Hesen Rohanî serkomarê berê yê rejîma binav Îslamî, Îshaq Cihangîrî di hevpeyvîn digel pirtûknivîs Bêhzad Mêhrcû de dibêje, qerar bû li sînorê Azerbaycanê 350 milyon Dolar pere hundrî welat be, lê ev pere heta gihîşt Tehranê 31 milyon Dolarê wî pereyî wuda bû.

Herwisa Wî berpirsên rejîmê gotiye heta niha jî xuya nine ku çi bi serê ewqas pereyî hatiye û ti kes jî berprisayetiya wê nagire bi stûyê xwe.

Ew îtrafên Cihangîrî di pirtûka bi navê “Bi bê dûkel û agir û xwîn”(bidûnê dûd û ateş û xûn) ya gotûbêja digel serkomarê berê yê rejîmê û hevkarên wî hatiye nivîsandin.

Ev pirtûka ji aliyê Bêhzad Mêhrcû û Welî Xelîlî di lêkolînek li derheq zelalkirina dorpêçên aborî yên Îranê hatiye berhev kirin.

Ya herî balkêş ev yeke ku niha berpirsên rejîma bi nav Îslamî bixwe diziyên wiha yên bê hejmar didin eşkere kirin, dibe ku para wan negihîştibe destên wan ji ber vê jî kiryarên xwe yên wiha piştî derbasbûna demê didin eşkere kirin.