Li devera Mirgewer girêdayî baajrê Urmiyê nebûna neftê bo şewata rojane ya welatiyan bûye arîşeyek micid.
Gundên devera “Mirgewer”a girêdayî bajarê “Urmiyê” yên weke “Dizê, Xurasib, Bawa, Filkan, Kanîdestar, Keçele,Lorzinî, Zêwe, û … hwd” ev heyama çend mehane ku digel kêmbûna neftê bo şewata rojane rûbirûne û ev yek bo welatiyan bûye arîşeyek micid.
Her di vê derheqê de şêwre û dêhyarên gundên devera Mirgewer û navendên dabeşkirina neftê li wê deverê bo çareserkirina wê pirisgirêkê çendîn caran serdana şirketa nefta parêzgeha Urmiyê kirine, lê ti bersivek zelal nedane wan û ew pirisgirêk jî çareser nekirine.
Welatiyên devera Mirgewer niha bona tomarkirina navê xwe bo wergirtina para nefta xwe ya demsala Havîn û Payîzê neçar dimînin ku bi çendîn demjimêran heta bi rojan li rêzan de bimînin heta ku piştî heyamek para nefta wan bi wan re bê dan.
Devera Mirgewer tevî ku xwediyê heşîmetek zêde ye deverek çiyayî ye û sir û seqem zûtir ji cihên din li wir destpê dike û ger ew pirisgirêk neyê çareserkirin di demsala Payîz û Zivistanê de welatî dê rastî arîşeyên mezin bên.
Çavkaniya wê pirisgirêkê gendelî û nebûna çavedêrî di navendên rejîma Îranê de ye ku mafê welatiyan binpê dikin û ti bersivekê jî nadine wan.