Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefek bingehîn li ser ewlehiya Swêdê ye

12:08 - 6 Îlon 2022

Pêka rapora salaneya ewlehiya Swêdê “Îran mijûlî sîxûrîkirina pîşeyî ye ku sîxûrî ji pîşeya teknolojiya pêşkevtiya Swêdê û herwisa wan berhemên Swêdê ye ku di bernameya çekên navkî de tên bikaranîn”.

Pêka rapora salaneya Swêdê ya li bi navê navê “Pirtûka Sal a Ewlehiya Swêdê”, Îran yek ji welatên bingehîn ên herî metirsîdar li ser wî welatê Skandînavî ye û wezîfedarên Îtila`ata Îranê li ser nav û sîbera dîplomatîk liSwêdê ne”.

Berdevkê ewlehiya Swêdê jî di hevpeyvîn digel kanala televîzyoniya “Fox News” a Amerîkayê de gotiye: “Îdareya Ewlehiya Swêdê, Îranê yek ji 3 welatên herî metirsîdarên gef li ser ewlehiya Swêdê û berjewendiya wî welatî ye û du welatên din Çîn û Rûsiyê ne”.

Herwisa vê kanala televîzyoniya Amerîkayê bas kiriye ku” raporên ewlehiya Swêdê, şahidek nû li ser wê ye ku Îran mijûlî kar li ser bernameya çekên navkî ye”.

Rejîma Îranê tevî hemû hişdarî û givaşên navnetewî di hewla berhemanîna çeka navkî ye û bi fêl û hincetên cuda hewla qezenckirina dema hewce bo berhemanîn çeka navkî dide û bi hemû awayekê hewlê dide teknolojiya berhemanîna çeka navkî bi dest bixe.