Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Daryûş Iqbalî” daxwaza xwenîşandana nerizayetiyê li beranber saziya Neteweyên Yekgirtî kiriye

15:05 - 6 Îlon 2022

Stranbêj û hunermendê Îranê “Daryûş Iqbalî” daxwaz ji Îraniyan kiriye ku bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember dana vîza bi “Îbrahîm Reîsî” û hatina wî bo Amerîkayê, xwenîşandanê li dar bixin.

Stranbêj û hunermendê Îranê “Daryûş Iqbalî” di konsêrta xwe de ya li bajarê “New York”ê, ji Îraniyên rûniştiyê Amerîkayê daxwaz kiriye ku bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember dana vîza bi Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” û hatina vî bo Amerîkayê, hevdem digel hatina vî bo Amerîkayê di 30`ê Xermananê, li ber deriyê Saziya Neteweyên Yekgirtî, kombûna nerizayetiyê li dar bixin.

Herwisa navbirî di gotinên xwe de bas ji serkutkirina azadî, sepandina dapoşîna bi zorê û hejarî di Îranê de kiriye û ji Îraniyên rûniştiyê Amerêkayê daxwaz kiriye ku bi lidarxistina xwenîşandanên berfireh tevî nîşandana dijatiya xwe digel hatina Îbrahîm Reîsî, dengê xelkê Îranê bigihînên guhê cîhanê.

“Îbrahîm Reîsî” di sala derbasbûyî de bi şêwaza Online di civîna Saziya Neteweyên Yekgirtî de beşdarî kiribû.

“Îbrahîm Reîsî” tevî ku dosyeyek reş di serkutkirin û kuştina xelkê de heye, tawanbar e ku di kuştina bi kom a binçavkiriyên siyasî  yên di sala 1367an a Rojî de.