Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojek din

10:08 - 7 Îlon 2022

Kerîm Perwîzî

Di dîroka neteweya Kurd de rojên tal û dijwar û gelek deman jî rojên pir karesat kêm nin. Komkujkirina Kurdan bi destê desthilatdarên weke dewra Sefewiyan û Osmaniyan bigre heta komkujî û malwêraniyên desthilatdariya Atatürk û Reza Pehlewî û herwisa rejîmên li pey yek yên Îraq û Sûriye heta niha jî li çend beşên Kurdistan a dagîrkirî de, malwêranî, qetilkirin, komkujî û jînosayîkirina neteweyî berdewam e.

Her di vê Xermananê de rejîmên dirinde dehan tawan li dijî neteweya me û nîştimana me afirandine ku, tawana 17`ê Xermananê û moşekbarana binke, baregeh û malbatên Demorkatê tawanek herî mezin a li dijî mirovahiyê ye ku rejîma Îslamî aifrandiye, 26`ê Xermananê û terorkirina rêberê nemir Dr.Se`îd û hevalên wî li welatê Almaniyayê, ji aliyê terorîstên hatinî şandin li desthilata byom a Tehranê ve, rûpeleke reş a heta hetayî ye di nav çavên wilateya Feqîh de.

Rûpelên dîrokî ku hil didî, tijîn li rojên karesat û tirajîk bo neteweya Kurd û di vê rojmêra dîrokê de tijî nehametî de jî, rojên şahî û serbilindî û roja xweşabûn a neteweya Kurd bê hejmar in. Ewqas destana serhildan û berxwedaniya Kurdan, li pirtûk û rûlepên welat û xelkên din de jî deng veda ye.

Rojek din a dîrokê ku di heyama wan rojan de hatiye tomarkirin, roja 30`ê Gelawêjê ye, ku di rojmêra serbilindî û xweşabûna neteweyî rûpeleke din tomar kir û bi rengê şîn yê esmanî hat xemlandin.

Roja 30`ê Gelawêjê roja geşbûn û çirîskîna şîn a esmanî bû ku, Demokratan piştî derbasbûna 16 salan tekoşîna cuda rêzên xwe rêk xistin. Û bo carek din Demokratbûna xwe kirin bi sîma û reng û dengê yekgirtinê.

Renge eger li gora hejmar û serjmêriyê hesab bikin komkujkirina bi hezaran kes endam û alîgirên herdu aliyên cuda tenê li tevlîbûna hezaran kesan be, lê li warê siyasî, dîrokî û paşeroja vê bûyera mezin hûr mêze dikî, dibînî ku komkirin û yekgirtina hezaran kesî bûye moral û hêz û bandor û karlêkeriya hezaran hezar kesan, bi wateyek din di vê yekgirtinê de, yaku li ser hev dikeve tenê yek hejmar nine, belkû bihêzbûna morala gelekê û qahîmbûna refên xebateke bê rawestan û dengdanek di asta nîştiman, Îran, dever û cîhanê de ye.

Hêza pangurî yaku bi yekgirtinê tê rêkxistinkirin û bi rêkxistin li kanala rast de dixe, koma sedan kesan dike bi hezaran kesan û bihezaran kesan jî dike û bo hezaran hezar kesî û xebata aliyekê dike bi xebata neteweyekê.

Her li derheq vê roja dîrokî de. Vê hindê jî li ser bêjin ku şanaziyeke mezin a din e ku di vê bûyerê de hat tomarkirin, ev bû ku Demokratan bixwe di rewta danûstandên din û dyalogê de ev serbilindî tomar kirin û bi têgihîştineke dîrokî û modern li ser hestyariya xebatek rewa ya Kurdistanê û hewcehiya nîştimanê bo Demokratek bihêz, ku danûstandin gihandin bi encamê û dîrokek afirandin.

Yekgirtina Demokratan daxwazkariya xelkekê bû ku, dilê wan bo nîştiman lêdida û bicih anînana erkekê bû ku rêberên vê xebatê gihandin bi encamê û serbilindiyek bû ku, Demokratê bixwe û bi dyaloga navxweyî, navmala xwe rêkixist û her bi vê sedemê ye ku paşerojek geş bo neteweya me afirandine û çavê neteweyekê li ser vê xebatê û vê roja dîrokî ye, û paşeroj çavnhêrî Demokratê ye.