Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bo li hember derketin li dijî çalakiyên Îranê şebekên dironî ava dike

13:09 - 1 Îlon 2022

Amerîka bi hevkariya Îsraîl û Erebistanê, şebekeyek dironî bo li hember derketin li dijî çalakiyên Îranê li deverê de ava dike.

Pêka rapora rojnameya “‎Wall Street Journal‎" ku roja Çarşemî 31ê Tebaxê belav kiribû, hêzên deryayî yên Amerîka bi hevkariya Îsraîl, Erebistan û çend welatên din yên Rojhilata Navîn mijûlî avakirina şebekeyek dironî li dijî çalakiyên Rejîma Îranê li deverê de ne.

"‎Wall Street Journal‎" di beşek din a rapora xwe de nivîsandiye: berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ragihandine ku diron û belemên wan yên çavdêriyê, çavedêriyek baş û hûr li ser avên deverê hene, herwisa behs ji wê yekê kiriye ku, heta salek din 100 dironên sîxorî yên piçûktir li kanala Sû`ez li Misir heta qerax avên Îranê dê bên cihgîrkirin û zanyariyên ku bi dest tînin bo navenda fermandehiya "Behriyên"ê ku ser bi navenda hêzên Deryayî ya 5 a Amerîkayê ye dişîne.

di dema belavkirina wê raporê de, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li ser avên Kendavê hewl dabû ku belemek Amerîkayî destbiser de bigire, lê Amerîkayê rê neda û neçar man paşve herin.

Her di vê derheqê de Berdevkê "Pêntagon"ê ew karê rejîma Îranê li ser avên Kendavê weke kiriyarek têkderane binav kiriye.