Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Bersiva Îranê bo lihevkirina Bercamê alîkar nine

12:32 - 7 Îlon 2022

Koşka Spî ragihand ku çi digel Îranê lihevkirin pêk bê û çi jî pê neyî, Amerîka amadeyî rûbirûbûna li hember her cure senaroyekê ye.

Piştî vê ragihandina Koşka Spî, “Jeo Biden” serkomarê Amerîkayê jî got: Lihevkirinek ku berjewendî û ewlehiya Amerîkayê dabîn neke ti carî vê lihevkirinê digel rejîma Îranê wajo nake.

Roja Sêşemî 15`ê Xermananê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser vê yekê tekez kir ku, bersivên rejîma Îranê yên li derheq reşnivîsa ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ya bo zindîkirina Bercamê hatiye amadekirin, ti alîkariyek nade bi vê lihevkirinê, tenê me ji lihevkirinê dûr dixe.

Rayedarên Koşka Spî tevî îşarekirin bi vê yekê ku, çi lihevkirin bê encam dan û çi jî neyê encam dan, Amerîka bona rûbirûbûna li hember her cure eger û senaryoyekê amade ye û herwisa ragihand jî, armanca sereke ya Amerîkayê ev yek e ku pêşiya rejîma Îranê bigire û îzin nede ku ti demî destê vê rejîmê bigihîje bi çeka navkî.

Rejîma Îranê bi dubarekirina daxwazkariyên nebicî yên li derheq parastina hêlên sor yên xwe yên weke pêş merc bo wajo kirina Bercamê, bi ti awayî naxwaze digel welatên mezin hêz yên cîhanê lihevkirinê encam bide û gotûbêjên navkî tenê mebest xapandine.