Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa esmanî ya artêşa Îsraîlê bo ser balafirxaneya “Heleb”ê li Sûriyê

12:33 - 7 Îlon 2022

Balafirên şerker yên artêşa Îsraîlê di heyama heftiya derbasbûyî de hevdem digel veguhastina çek û teqemeniyan ji aliyê rejîma Îranê ve bo “Heleb”ê du caran êrîş kirin li ser balafirxaneya “Heleb”ê li “Sûriyê”.

Nûçegihaniyên “Sûriyê” tevî piştraskirina êrîşa esmanî ya artêşa Îsraîlê bo ser balafirxaneya “Heleb”ê ragihand ku, artêşa Îsraîlê şeva Sêşemî li ser Çarşemî 15ê Xermananê, êrîşkiriye li ser balafarxaneya navbewletî ya “Heleb”ê li “Sûriyê” û bi wê sedemê hemû hatinûçûnên esmanî li wê balafirxaneyê hatin sekinandin.

Her di vê derheqê de nûçegihaniya “Al-Arabia” di raporekê de belav kiriye ku: Hêzên Îsraîlê di heyama heftiya derbasbûyî de, hevdem digel veguhastina çek û teqemeniyan ji aliyê Spaha Pasdaran bi awayê qaçax û bi rêya balafirên rêvînghilgir yên Sûriyê du caran bi balafirên şerker yên cura “F35” êrîş kirine li ser balafirxaneya “Heleb”ê û zirarek zêde gihandiye vê balafirxaneyê.

Çavkaniyek leşkerî ya girêdayî bi artêşa Îsraîlê ragihandiye: Armanc ji wan êrîşan pêşîgirtin ji rûniştina balafirên rejîma Îranê ye ku mijûlî veguhastina çek û teqemeniyan in bo girûpên girêdayî xwe.