Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya tûşbûyên madeyên hişber, xwedî jin û zarok in

12:40 - 7 Îlon 2022

Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê “Yûsif Nûrî” gotiye ku ji sedî 70, kesên tûşbûyî bi madeyên hişber kesên xwedî jin û zarok in.

Pêka rapora Nûçegihaniya “ISNA” a girêdayî rejîmê, roja Sêşemî 6`ê Îlonê, Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê “Yûsif Nûrî” civînek digel cihgiran, şiwêrkaran, birêveberên giştî û debîrên şêwreya hevahengiya rawestan li hember madeyên hişber ên parêzgehan hebûye.

Ev civîn bi navê “Rêgirî ji tûşbûn bi madeyên hişber, beşdariya xelkê û derfeta kar bo rizgarbûyên ji madeyên hişber” hatiye lidarxistin û di vê civînê de “Hesen Nûrî” gotiye: “Tûşbûn bi madeyên hişber derbê bi hînkariyê dide û nifşa bê ji nav dibe”.

Gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, piraniya kesên ku madeyên hişber di nav xelkê de belav dikin , ji aliyê rejîmê ve naskirî ne û beşek zêde ji wan jî girêdayê rejîmê ne û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bê ti rêgiriyekê madeyên hişber heta bi zarokan re jî difroşin.

Amara tûşbûna nûgihanên kur û keç bi madeyên hişber, roj bi roj zêdetir dibe û rejîma Îranê bi siloganên pir reng hewla perdepoşkirina şaşî û tawanên xwe li hember belavbûna madeyên hişber dide.