Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnera PDKÎ di kombûna partiya Sosiyal Demokratên Swêdê li bajarê Vêstrosê de beşdarî kir

15:29 - 7 Îlon 2022

Nûnera PDKÎ li ser gazîkirina Partiya Sosiyal Demokratên Swêdê, li kombûna vê partiyê ya bi navê “Kurd beşek girîng ji civaka Swêdê ye”, di bajarê Vêstrosê de ku bo partiyên Kurdan li Swêdê hatibû rêkxistin, beşdarî kir.

Roja Yekşemî 3`ê Îlonê, Mujde Ezîzî nûnera PDKÎ li kombûnek a bi navê “Kurd beşek girîng ji civaka Swêdê ye” ku bo partiyên Kurdên li Swêdê hatibû rêkxistin, beşdarî kir.

Armanca vê kombûnê, gengeşekirin li ser hilbijartinên niha yên Swêdê û rewşa Kurd di çarçoveyên dawî yên bûyerên siyasî û herwisa girîngiya rola Kurd di nav Partiya Sosyal Demokratan de bû.

Di vê kombûnê de, parlemanterên Swêdê “Olle Thorell û Osse Ericsson” beşdarî kirin.

Wan parlementeran di destpêkê de basek kurt li ser pêwendiya dostane û kevnara partiya xwe digel Kurd û doma wan pêwendiyan û herwisa bas ji rola girîng a Kurd di meydana siyasiya welatê Swêdê de kirin.

Beşek din a vê kombûnê bo tevlîbûna Swêdê li rêkxirava “NATO”yê hatibû diyarîkirinê, bo parastin û berçavgirtina berjewendiya welat û hevwelatiyên Swêdê li warê leşkerî hatibû diyarîkirin.

Di kombûnê de berpirsê devera “Wêstmanlend”ê û bajarvanê “Vêstrosê”  amade bûn ku basek kurt li derheq girîngîpêdana Sosyal Demokratan bi deverên penabernişîn pêşkêş kirin.

Herwisa wan li ser vê yekê tekezî kirin ku bi keyfxweşiyê ve dixwazin digel Hizb û rêkxiravên Kurdan karên hevpar hebin.