Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Albaniyê pêwendiyên xwe ên dîplomatîk yên digel rejîma Îranê qut kir

18:29 - 7 Îlon 2022

Serokwezîrê Albabiyê “Edi Rama” bi belavkirina girte vîdyoyekê ragihand ku, Albanyayê pêwendiyên xwe digel Îranê qut kirine û ferman daye ku dîplomatên Îranê wî welatî bi cih bihêlin.

Serokwezîrê Albanyayê “Edi Rama” di daxuyaniyeke vîdyoyê de ku, bo ragihandinan şandiye, ragihandiye: “Dewletê biryar daye ku pêwendiyên xwe yên dîplimatîk digel Komara Îslamiya Îranê bi dawî bîne” û di vê derheqê de ji dîplomat û karbidestên balyozxaneya Îranê re ferman daye ku di 24 demjimêran de ji wî welatî derkevin.

Herwisa “Edi Rama” gotiye: “Ev yeka bertek nîşandanek micid û hewce ye li hember metirsiya êrîşa saybiriye ku gefa seqetkirina xizmetguzariyên giştî, jinavbiina datayên sîstemên dîcîtal û hekkirina pêşîneya dewletî, dizîna zaniyariyan, pêwendiyên elektronîkî yên navxweyê dewletê û afirandina alozî û têkdana aramiyê di wî welatî de xwaribû”.

Dewleta Albaniyayê rejîma Îranê di vê derheqê de tawanbar dizane.

Her di vê pêwedniyê de jî, Şêwreya Ewlehiya Amerîkayê gotiye em dê rejîma Îranê neçar bi bersivdanê bikin.