Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajansa navneteweyî wizeya navkî: Ti hêviyek li derheq aştîxwazbûna bernameya navkî ya Îranê de tune ye

12:32 - 8 Îlon 2022

Ajansa navneteweyî ya wizeya navkî di rapora xwe ya nû de tevî îşarekirin bi binpêkariyên navkî yên rejîma Îranê de, ragihandiye jî, ku di rewşek wiha de em nikarin bêjin ku bernameyên navkî yên rejîma Îranê tenê bi mebesta aştîxwazane ye.

Roja Çarşemî 16`ê Xermananê Ajansa navneteweyî ya wizeya navkî, di nûtirîn rapora xwe de ya li derheq bernameyên navkî yên rejîma Îranê nivîsiye: “Paşkevtkirina Uranyoma navkî ji aliyê rejîma Îranê ve, heta 19 hemberê ya ku rê pê hatiye dan e û herwisa paşkevtkirina Uranyomê bi rêjeya ji sedî 60 meyandiye ku şêwaza gaza Hêgiza Filorayd, Uranyom li santîfyûjan de tê bikarbirin li 12 kîl û nîv bo 55 kîlo bilind bûye.

Her di vê pêwendiyê de, “Rafael Grossi” Sekreterê Giştî yê ajansa navneteweyî yê wizeya navkî, tevî nîşandana nigeraniya xwe Ii derheq berdewamiya bin pêkariyên navkî yên rejîma Îranê gotiye: “Niha em nikarin bi xatircemî ve bêjin ku Uranyom a meyandî bi mebesta aştîxwazane berhem tîne”.