Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat bi hilkefta yekgirtina Demokratan

18:56 - 8 Îlon 2022

Navenda Birêveberiya Giştî a Partiya Demokrat bi hilkefta yekgirtina Demokratan spasnameyek belav kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

 Xelkê Kurdistanê

Partî û aliyên siyasî yên dost û hevpeyman

Civat û aliyên navneteweyî

Kesayetiyên azadîxwaz û xebatkar

Malbatên serbilind yên şehîdan

Girtiyên siyasî yên berxuder

Herçawan ku hûn bixwe haydar in, roja 30`ê Gelawêja îsal, beramber 21`ê Tebaxê, piştî derbaskirina rewta danûstandinên pêwendîdar, piroseya yekgirtina Demokratan gihîşt bi encamê, di rêûresimekê de mizigîniya serkevtina wê piroseyê bi haydariya nerîna giştî û koma xelkê Kurdistanê gihîşt.

Hewce ye bêjin, li destpêka rewta danûstandinan heta dawîn pêngava vê piroseyê de, piştewanî û hewl û helwestên tev endam, alî, kadr, pêşmerge, dost û dilsozên Partiyê û tevgera rewa ya me, cihê dil germî û handera heyeta yekgiritnê û rêberiya herdu aliyan bona ber bi pêşve birina rewta yekgirtinê û vêde birina astengiyên li ser rê bo berisvdan bi daxwazkariyên rewa yên wan û li ser xistina îradeya yekgirtinxwazaneya rêberî û benda Demokratan bû.

Piştî yekgirtinê jî şîpeleke berfireh li geşbûna hêvî û nîşanadana xweşî û şadiyê bi awayên cuda tev Kurdistan û meydanên xebata siyasî azadîxwazane ya Kurdistana Îranê girt. Û xelk û aliyên siyasî kom û civatên navneteweyî dost û hevpeymanên me bi şandina peyamên pîrozbahiyê û serdana binke û baregehên me li Kurdistan û li derveyî welat, dixweşî û piştevaniya xwe bo vê hilkeftê nîşan dan.

Her bi vê hilkeftê hewce dizanin ku, li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê spasiya hesta hevxebatî û piştevanîkirina we bo serkevtina vê piroseyê bikin. Û tevî bayxdan bi nîşandana hesta we ya pîroz û peyam û naveroka biroskên pîrozbahiyan û herwisa peywendîgirtin û serdana we radigihînin, Partiya me di asta wan hemû piştevanî û mezinahiya we de, xwe erkdar dizane û berdewam dibe di hest kirin bi berpirsayetiya neteweyî û dîrokî û siyasî ya xwe û bi tekezîkirin li ser pirensîpên demokratîk û mirovahî yên xwe pêngavek karatir bo qahîmtirkirina rêzên xebat bo gihîştin bi armancên tevgera rewa ya xwe hildigirin û girîngiyek taybet bi pêwendiya dostane û hevxebatî digel tev dostan, dilsozan û têkoşerên rêya azadiya gel û rizgariya nîştimana xwe dide.

Digel rêz û spasiya dubare yên me

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî