Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û mamosteyên zanîngehan, serdana PDKÎ kirin

14:03 - 9 Îlon 2022

Şandek a sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê û herwisa mamosteyên zanîngeha “Raperîn” bi armaca pîrozbahîkirina hevgirtina refên Demokratê, serdana Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Roja Çarşermî 7ê Îlonê, şandek a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi serperestiya Neqîbê Sendîkayî “Hakim Azad Mihemedemîn”, serdana sekretiya PDKÎ kirin û ji aliyê şanda Hizbê bi serperestiya endamê Navenda Birêveberiya Gîştî, “Hesen Şerefî” ve pêşewaziyek gerim li wan hat kirin.

Neqîbê sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiya germ a xwe bi hilkefta hevgirtina Demokratan bi şanda Hizbê re ragihand û rola PDKÎ di tevgera netewayetiya neteweya Kurd bi bilind nirxand û herwisa destiyek gul a pîrozbahiya sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pêşkêşî Hizba Demokrat kir.

Di hember de, “Hesen Şerefî” bi nûneratiya PDKÎ spas û pêzanîna Hizba Demokrat pêşkêşî şanda Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê kir û wek hertim xebat û tekoşîna Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bo geşedan bi azadiya gotinê û pêgihandina rojnamevanên xwedî soz û netewî bi erênî da zanîn û daxwaza serkeftinê bo wan xwest.

Di vê hevdîtinê de şanda PDKÎ pêşewazî ji endamê berê yê Parlemana Kurdistanê Dr. “Şêrko Mihemed Emîn” û Mamosteyê zanîngeha Rapirîn Dr. “Birwa Resûl” kir ku bi armanca pîrozbahiya hevgirtina Demokratan, serdana Hizbê kiribûn.