Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandarê Hemedanê gotiye ku 25 kes di xwenîşandana nerizayetiyê wî bajarî de binçav kirine

15:16 - 9 Îlon 2022

Fermandarê Hemedanê “Mihemedelî Mihemedî” gotiye ku 25 kes ji xwenîşanderên nerazî yên li derheq bêaviyê hatine binçavkirin û hevdem navbirî Îdia kiriye ku 20 kes ji wan girtiyan xelkê bajarê Hemedanê ninin.

Bi sedema bêavî di bajarê Hemedanê de xwenîşandana nerizayetî berdewam e û 25 kes ji xwenîşanderên nerazî hatine binçavkirin; Rejîma Îranê bi îdi`ayên çewt dixwaze hincetekê bo serkutkirina zêdetir a xelkê peyda bike, lewma fermandarê Hemedanê îdi`a kiriye ku 20 kes ji xwenîşanderên binçackirî xelkê Hemedanê nînin û bi armanca tirsandin û lidarxistina nerizayetiyan tevlî vê xwenîşandanê bûne.

Herwisa wî fermandarê rejîmê ew xwenîşandan bi neyasayî binav kiriye û pirsgirêka avê bi pirsek bo mifahvergirtina xirab a dijminan ve girê daye.

Navbirî îdia kiriye ku pirsgirêka bêaviyê bi sedema bikaranîna avê di beşa werzêriyê de ye û ji sedî 70 ava bendava “Ikbatan”ê bo werzêriyê tê bikaranîn.

Pêka raporan di beşek ji taxên bajarê Hemedanê de 48 demjimêr heta 72 demjimêran av qut dibe, lê rejîma Îranê û berpirsên pêwendîdar bi cihê çareserkirina pirsgirêka ava bajarê Hemedanê, hewla serkutkirina zêdetir a xelkê didin.