Pêka amarên salane yên rejîma Îranê, her sal zêdeyî 17 hezar welatî di qezayên trafîkên canê xwe ji dest didin û 300 hezar jî birînda dibin.
Nûçegihaniya “Haje” di raporek xwe de belav kiriye, serokê polîsê rahver yê rejîmê Hadiyanfer di sempozyûma neteweyî ya biryargeha birêvebirin û kêmkirina xisarên tarfîkê de gotiye, bi sebeba qezayên trafîkê, her sal zêdeyî 17 hezar welatî canê xwe jidest didin û 300 hezar jî birîndar dibin.
Wî berpirsê polîsê rejîmê daye zanîn jî, hema ji sedî 51 can ji destdayên qezazyên trafîkê her li destpêka qewmîna bûyerê de canê xwe ji dest didin û ji sedî 49 jî piştî qewmîna bûyerê.
Her di vê pêwendiyê de, serokê polîsê hatinûçûna bajarê Mehabadê Serheng Bextyarî jî gotiye, di heyama îsal de qezayên trafîkê yên nav wî bajarî de ji destî 25 zêde kiriye.
Hêjayê behskirinê ye ku wî berpirsê rejîmê, rewşa nebaş ya rêyan û hebûna kendalkoyan sebeba sereke ya qezayên trafîkê yên bajarê Mehabadê daye zanîn.
Nestandardbûna tromibîlên berhemên rejîmê û nestandardbûna rêyên hatinûçûna bajarên Îranê, sebebên sereke yên qezayên trafîkê ne û rejîma bi nav Îslamî jî, bi cihê vê ku pêragihîştin bi rewşa bajaran û parastina canê welatiyan, tev serwet û samana welat bo piştevanîkirin ji girûpên terorîstî li deverê mezaxte dike.