Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li benda çikbûna yekcariya gola Urmiyê ye ku mifah ji kanên binerdê vê verbigre

11:15 - 10 Îlon 2022

Nûçegihaniya “IRNA” a girêdayî rejîma Îranê di raporekê de balav kiriye ku, renge bi sedema kanên Lîtiyom ên di bin erdê gola Urmiyê de li derheq zindîkirina gola Urmiyê kêmkarî kiribe.

Rejîma Îranê pirsgirêka çikbûna gola Urmiyê di du dehkan de çareser nekir û di vê dawiyê de gola Urmiyê di rewşekê de ye ku bi xwe bûye gef li ser xweza û jiyana mirovan û pêka rewşa heyî, ekosîstema niha bi yekcarî ji nav diçe, lê rejîma Îranê li benda jinavçûna yekcarî ya vê golê ye ku ji kanên binerd ên Lîtiyomê mifah verbigre.

Pêka nûçeyan her kîlo Lîtiyom bi nirxa 106 dolar tê firotin û renge yek ji hegerên çikkirina gola Urmiyê ji aliyê rejîmê ve kanên mezin ên Lîtiyom li jêr erdê gola Urmiyê be û rejîma Îranê bo bidestxistina perê zêdetir ekosîstema çendîn parêzgehên herî girîng li Îranê ji nav dibe.

Lîtiyom di pîşeyên wek şûşe, batrî, siramîkên dijî germayê, alyajên bi qahîmiya zêdetir ku di beşên wesaîtên veguhastin bo derveryî gerdûnê(Şatêl û mûşek) tê bikaran û renge rejîma Îranê bo vê Lîtiyomê pîlanên veşartiyên din jî hebin.

Lîtiyom bi reqema etomiya 3, bi awayê yon di avên deryayan an di xwêya heliyayî di avê de heye.