Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangehek li koma berhemên sînemakarê navûdengê yê Kurd Yilmaz Guneyî hat lidarxistin

12:57 - 10 Îlon 2022

Li salroja Sînemaya Kurd li bajarê Sulêmaniyê, pêşangehek li koma berhemên Yilmaz Guneyê sînemakarê navûdengê yê Kurd birê ve çû.

Roja Înê 18`ê Xermananê, li bajarê Sulêmaniyê, bi hlikefta salroja Sînemaya Kurdî û hevdem digel 38emîn salroja koça dawiya “Yilmaz Guney”, sînemakarê navûdeng yê Kurd bi amadebûna komek hunermend û sînamekarên Kurd pêşangehek taybet bo koma berhemên navbîr hat lidarxistin.

Pêşangeha berhemên sînemakarê navûdeng yê Kurd “Yilmaz Guneyî”, bi ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji riha pak yê şehîdên Kurdistanê û bitaybet sînemakarên Kurd yên xwe gorîkirî destpê kir.

Herwisa di vê pêşangehê de Şivan Etof derhêner û ekterê Kurd, li derheq diyarîkirina roja sînemakarên Kurd li roja koça dawiya “Yilmaz Gunyî”, ji aliyê kompaniya “Hawar fîlm” ve got: Pir kêfxwşim ku kompaniya “Hawar Fîlm” ev sê sal in ku roja 9`ê Îlonê beramber 18`ê Xermananê ku rojeke sembolîke, roja mirina mirovekî mezin û sînemakarekî mezin e, weke roja Sînemaya Kurdî dest nîşan kiriye.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de got: “Yilmaz Guney”î ev mirov bû ku givaş xistin li ser wî da ku haşa li Kurdbûna xwe bike, û herçiqas wîra digotin bêje ez Tirk im, navbirî her bi tekezî digot, ez Kurd im.

Yilmaz Hemîd Oxlû, naskirî bi Yilmaz Guneyî li rêkevta 12`ê Xakelêweya 1316`an li gundê “Înce” ya girêdayî parêzgeha Edene ya li Bakûrê Kurdistanê jidayîk bûbû, û li zanîngeha Stanbolê aborî û li zanîgeha Enkerê jî mafnasî qetandibû. Û li sala 1337`an wate 21`ê saliyê de çalakiyên xwe li derheq    sînema û nivîsîna senaryo û hem jî beremanîna fîlman destpê kir û xizmetek baş bo civaka Kurd encam da.

Yilmaz Guneyî Sînemakarê navûdeng ê Kurd li sala 1363`an li bajarê Parîsê paytexta Fransayê koça dawiyê kir û li goristina Pêrlaşêzê bi axê hatiye spartin.