Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di merasima Eribe`înê de 9 pêyrewên mesebê Şî`e yên Îranê canê xwe ji dest dan

12:43 - 10 Îlon 2022

Pêyrewên mesebê “Şî`e” yên Îranê ku bo rêûresma “Erbe`în”ê serdana Îraqê kirine 9 kesan canê xwe jidest dane û yên din jî di rewşek awrte de ne.

Pêka dîmenên belav bûyî hejmarek zêde ji xelkê Îranê ku pêyrewên mesebê “Şî`e” ne û bo rêûrema “Erbe`în”ê serdana Îraqê kiribûn bi sedema nebûna xizmetguzariyên hewce di rewşek awrte de ne û hejmarek zêde ji xelkê li sînorê Îran û Îraqê bi bê av û xwarin, cihê manê û maşîn bo veguhastinê mane.

Her di vê derheqê de Navenda Heyva Sor a rejîma Îranê roja Înê 18ê Xermananê belav kiriye ku bi sedema wê rewşa han heta niha 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Rejîma Îranê heyama çendîn salane ku ji rêya rêûremên wiha de mijûlî belav kirin û bangihêjî bo siyasetên xwe yên îdolojîk û çewte, lê îsal rejîma Îranê weke tev karên xwe yên din nekarî bersiva xelkê xwe bide.

Lewma rejîma Îranê bi sedema neşiyan di kontirolkirina rewşa han de biriyara daxistina sînorên Îran û Îraqê heta heyamêk da.