Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê tevlî kempêyna nedana vîzayê ji Îbrahîm Reîsî re bûn

12:45 - 10 Îlon 2022

52 endamên Komarîxwaz û Demokratên Meclisa Nûneran a Amerîkayê tevlî kempêyna nedana vîzayê ji Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” re bûn.

Di berdewamiya nerizayetî li derheq dana vîzayê ji Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” re bona beşdarîkirin li civîna giştî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî li bajarê “New York”ê, 52 endamên Komarîxwaz û Demokrat ên Meclisa Nûneran a Amerîkayê tevlî kempêyna “Nedana vîzayê bi Îbrahîm Reîsî” bûn.

Wan endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê di vê derheqê de nameyek bo Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” şandine û di nameya xwe de îşare bi amadebûna Îbrahîm Reîsî di heyeta biryarder a bi darvekirina bikom a girtiyên siyasî yên li sala 1367an a naskirî bi “Heyeta Mirin”ê kiriye.

Herwisa di vê nameyê de îşare bi hewl û gefên rejîma Îranê bo terorkirina berpirsên payebilind ên berê yên Amerîkayê wekî “Donald Trump, Mike Pompeo û John Bolton” jî hatiye kirin.

Herwisa kempêynek bi navê “Komîteya Na bi Amadebûna Ayetullayê qirkirinan li saziya Neteweyên Yekgirtî” ji aliyê Îraniyan ve jî hatiye avakirin û birêveberên vê kempêynê tevî îşarekirin bi rola Îbrahîm Reîsî li bidarvekirinên bikom yên li sala 1367an a Rojî, bas ji rola “Îbrahîm Reîsî” di serkutkirina xwenîşandanên meha Xezelwera sala 1398an a Rojî kirine ku vê demê berpirsê dezgeha Dad a rejîma Îranê bûye.