Şanda Nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê, serdana Meketba Siyasiya “YNK” kir.
Roja Çarşemî 7`ê Îlonê, şanda pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê bi serpereştiya “Mihemedsalih Qadirî” serdana Mekteba Siyasiya “YNK” li paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Şanda Hizbê ji aliyê heyeta xwanexwê bi serpereştiya endamê Mekteba Siyasiya YNK“Se`idî Ehmed Pîre” û çend endamên serkirdayetiya “YNK” bi germî pêşewazî hat kirin.
Di vê hevdîtinê de, heyeta xwanexwê tevî pêxweşbûn ji hevgirtina Hizba Demokrat, ev biryara girîng a rêberatiya Hizba Demokrat di pêşvebirina tevgera Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de bilind nirxand.
Di vê hevdîtinê de heyeta “YNK” tevî pîrozbahî kirina hevgirtina Hizba Demokrat ku bû cihê dilxweşiya hemû nîştimanperwerên Kurdistanê, dîroka pêwendî û hevkariyên di navbera “PDKΔ û “YNK” di qonaxên dijwar ên xebatê de bibîr anîn û li ser doma pêwendiyên herdu aliyan pêdagirî kirin.
Di vê civînê de şanda PDKÎ tevî nîşandana spasiya xwe li derheq helwesta nîştimanî û neteweyî ya yekîtiya nîştimanî, parastina aramî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û xwedî bandor ên Kurdistanê de, bi erkek girîng zanî û ew rêkar diyarî kirin ku di pêxema parastina berjewendiya neteweyî û çawaniya rûbirû bûn digel pirsgirêkên hevpar ên deverê û navnetewî kir ku di vê qonaxa hestiyar de hewce ye hemî alî bigirine berahîka xwe.